Sûdanî ji bo pêşîgirtina şereke nû bi Macron re axivî

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî derbarê şerê ku îhtîmale ji ber hebûna Îranê li Iraqê rû bide bi rêya telefonê bi Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron re axivî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrtiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku di hevdîtinê de her du alî li ser têkiliyên di navbera herdu welatan û bihêzkirina hevkariyê ya li qadên cuda de axivîne.

Ofîsa Ragihandinê dibêje Şiya Sûdanî ji bo hikûmet pirsgirêkên li herêmê nîqaş bike, banga lidarxistina konferanseke herêmî li Bexdayê kir û bal kişand ser serdana Macron ya di demeke nêzîk de.

Sûdanî an ziman ku ji bo pêşî girtina şerekî nû amade ye bi Fransa, Îran û Amerîkayê re hevkarî bikin.

Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron anî ziman ku wê desteka wan ya ji bo Iraqê dewam bike.

Macron destnîşan kir ku bi hêviya ku serdana ji bo Bexdayê bibe wesîleya gavên pratîk.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24