Di wê operasyonê de ku li ser lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bursayê hat destpêkirin, Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Bursayê Mustafa Bozbey û 57 kesên din hatin binçavkirin.
Her wiha ji bo 4 kesên din jî biryara girtinê hat dayîn.
Di nav kesên ku hatine binçavkirin, sekreterê taybet ê Bozbey, hevjîna wî, keça wî, bûka wî û birayê wî hene.
CHP`ê nerazîbûn nîşdan da û daxwaza azadkirina girtiyan kir
Bi banga CHP`ê, bi hezaran welatî li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Bursayê kom bûn û peyama "îradeya gel nayê paşguhkirin" dan.
Cîgirê Serokê CHP'ê Gokan Zeybek di derbarê vê mijarê de wiha axivî:
"Tiştê qewimî ne tenê li dijî şaredarekî ye, lê rasterast li dijî gel hatiye kirin."
Li ser hesabê X'ê peyama ku ji aliyê Bozbey ve hatibû nivîsandin wiha hat parvekirin:
"Hûn bi salan e ji bo edalet, demokrasî û azadiyê têdikoşin, meydanan tijî dikin.
Bê guman, hûn ê ji bo avakirina edalet, demokrasî, azadî û serweriya hiqûqê ku welatê me heq dike, têkoşîna xwe bidomînin.
Wekî endamekî Partiya Gel a Komarî, ez bi dil û can bawer dikim ku ev yek dê were bidestxistin û ew roj nêzîk e."
Ji aliyekî din ve endamê CHP`ê, Uşak Ozkan Yalim ê ku di çarçoveya lêpirsîna "bertîl" û "gendeliyê" hatibû girtin, piştî biryara girtina wî ji aliyê Dadgeha Sulhê ya 5`emîn a Stenbolê, ji aliyê Wezareta Karê Navxweyî ve ji kar hat dûrxistin.