Li Sûriyê biryara darvekirina girtiyên filistînî hat şermezarkirin

Xelkê 4 parêzgehên Sûriyê biryara Îsraîlê ya darvekirina girtiyên filistînî şermezar kirin. Xelkê Dera û Quneytirayê li ser sînorê Sûriyê û Îsraîlê xwestin ku sînor derbas bikin, artêşa Îsraîlê bi ser wan de bombeyên şewqê avêtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh Îsraîlê biryara darvekirina girtiyên filistînî di zindanên xwe de da.

 

Li Sûriyê ev biryar bû cihê nerazîbûnê û bertekan.

 

Şevê din xelkê Sûriyê li gelek deveran daketin qadan û ev biryar şermezar kirin.

 

Li Dera, Quneytirayê, Şam û Helebê banga berdana girtiyên filistînî kirin.

 

Li Dera û Quneytirayê, bertekên wê ji yên parêzgehên din cudatir bûn.

 

Li van herdu parêzgehan xelk ji hemû bajar û bajarokan xwe kom bûn û berê xwe dan sînorê Sûriyê-Îsraîlê.

 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, eşkere kir ku welatiyên Dera dixwestin sînor derbas bikin.

 

Li wir Artêşa Îsraîlê bi ser welatiyan de bombeyên şewqê avêtin.

 

Paşê hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê mudaxele kirin.

 

Hêzên Ewlehiyê rê li ber welatiyên ku dixwestin derbasî Îsraîlê bibin, girtin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye