Antonio Guterres : Ez bi Konseya Aştiyê re li ser Xezayê hevkariyê dikim

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, dibêje ku ew bi Konseya Aştiyê re li ser Xezayê hevkariyê dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres armanca "Konseya Aştiyê" ya ku ji hêla Serokê DYA'yê Donald Trump ve hatî destpêkirin, pêşwazî kir.

 

"Konseya Aştiyê" ku ji bo fînansekirin û dabînkirina hêmanên bingehîn ên plana ji nû ve avakirina Xezayê ji bo avakirina mal û binesaziya Filistîniyan, hatiye avakirin.

 

Her wiha Guterres ji Malpera Politico re got:

 

"Armancek heye ku ji hêla Konseya Ewlekariyê ve hatiye destnîşankirin û pejirandin.

 

Em bi awayekî çalak bi avahiyên ku ji hêla Konseya Aştiyê ve hatine damezrandin re hevkariyê dikin."

 

Guterres zêde kir û got ku ew ji bilî plana ji nû ve avakirina Xezayê, ti hewcedariyek ji bo konseyê nabîne:

 

"Her tiştê din projeyeke şexsî ya Serok Donald Trump e, ku tê de ew bi tevahî kontrola her tiştî dike."

 

Guterres di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rêbazên bi bandor ji bo çareserkirina pirsgirêkên cidî yên ku pê re rû bi rû ne.

 

 

'Divê em di derbarê qanûna navneteweyî de zelal bin'

 

 

Her wiha Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres got ku divê ew di derbarê qanûna navneteweyî û nirxên Peymana NY zelal bin. 

 

Li aliyekî din jî, Antonio Guterres banga bidawîanîna girtina Tengava Hurmuzê ji aliyê Îranê ve kir û pêşniyar kir ku NY ji bo parastina rêya avê bibe alîkar û bibe beşek ji planeke kêmkirina rageşiyê.

 

Antonio Guterres di dawiya axavtina xwe de got:

 

"Ji destpêka şer ve ez bi Trump re neaxivîme, lê bi kesên din ên ku di rêveberiyê de ne axiviye."

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye