Daxuyaniya Balyozê Amerîkayê yê li Îsraîlê nerazîbûn bi xwe anîn

Balyozê Amerîkî yê li Îsraîlê Mike Huckabee ragihand ku Îsraîl dê erdên di navbera çemên Nîl û Firatê de bigre nava xwe. Piştî vê daxuyaniyê, gelek welatên Ereb û Îslamî bi daxuyaniyeke hevbeş, ev axaftinên Mike şermezar kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Beriya du rojan balyozê Amerîkî yê li Îsraîlê Mike Huckabee li ser programeke podkastê derket.

 

Dema jê hate pirsîn, Îsraîl xwedî maf e ku erdên di navbera çemên Nîl û Firatê de tevlî axa xwe bike ya na?

 

Mike Huckabee: Ji Nîl heta Firatê erdê Îsraîlê ye

 

Mike jî wiha bersiv da:

 

“Ez difikirim ku ev rast e.

 

Bi vê yekê ew ê tevahiya Rojhilata Navîn bigire nav xwe.

 

Wê baş be ku Îsraîl vê erdî bi temamî têxe bin kontrola xwe.”

 

Welatên Ereb û Misilman ev gotin bi tundî şermezar kirin

 

Gelek welatên Erebî ev gotin bi tundî şermezar kirin.

 

Welatên Erebî û Îslamî ji bo şermezarkirina axaftinên Mike Huckabee daxuyaniyeke hevbeş dan.

 

Welatên ku cihê xwe di vê daxuyaniyê digirin ev in:

 

14 Welatan li dijî Balyozê Amerîkayê yê li Îsraîlê daxuyanî dan

 

Îmaratên Yekbûyî yên Ereb, Misir, Urdun, Endonezya, Pakistan, Tirkiye, Erebistana Siûdî, Behrêyn, Qeter, Sûriye, Filistîn, Kuweyt,  Libnan û Oman.

 

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew gotinên bi vî rengî red dikin û wiha lê zêde kir:

 

“Daxuyaniyên xeternak û provokatîf ên wiha,  binpêkirineke eşkere ya prensîbên hiqûqa navneteweyî û Peymana Neteweyên Yekbûyî ne.

 

Her wiha gefeke cidî li ser ewlehî û aramiya herêmê çêdikin.”

 

Erebistana Siûdî gotinên Huckabee wekî "bêberpirsiyarî" bi nav kir.

 

Di heman demê de, Urdunê dest nîşan kir ku ev yek wekî binpêkirinekê li dijî serweriya welatên herêmê ye.

 

Misirê, piştrast kir ku Îsraîl li ser axa Filistînî ya dagirkirî yan jî li ser ti axên din ên Erebî serweriya xwe tune ye.

 

Her wiha Oman, tekez kir ku ew bi vê daxuyaniyê, aştiyê têk dibin, ewlehî û aramiya herêmê tehdît dikin.

 

Balyozê Amerîkî, duh postek li ser platforma X`ê weşand.

 

Di postê de, helwesta xwe li ser mijarên din ên ku di hevpeyvînê de hatine nîqaşkirin, anî ziman.

 

lê wî gotinên xwe yên di derbarê kontrola Îsraîlê li ser deverên li Rojhilata Navîn dubare nekir.

 

Ev şîroveyên Huckabee di demekê de hatin ku Îsraîl hewlên xwe ji bo zêdekirina kontrolkirina li ser Şerîaya Rojava, ku ji sala 1967´an û vir ve dagir kiriye, zêde dike.

 

Gelek çavdêrên siyasî vê daxuyaniyê bi avabûna Îsraîla Mezin ve girê didin

 

Gelek çavdêrên siyasî, ev daxuyanî bi avabûna Îsraîla Mezin ve girê dan.

 

Îsraîla Mezin an jî tevahiya Welatê Îsraîlê, hevokeke ku li gorî şîrovekirina Cihûyan a Tewratê behsa sînorên Îsraîlê dike.

 

Îsraîla Mezin, carinan wekî Welatê Sozdayî jî tê binavkirin.

 

Li gorî Tewratê, Xweda peymanek bi Birahîm re çêkir û got:

 

"Ez vî welatî, ji çemê Misrê heta çemê mezin ê Firatê, didim dûndana te."

 

Li gorî vê îdeayê, sînorên erdê Îsraîlê hemû axa ku di sala 1948'an de hatine dagirkirin, navenda Filistîn, Xeze û Bilindahiyên Colanê dihewîne.

 

Damezrînerê Tevgera Zîyonîst a Cîhanî Theodor Herzl jî li ser sînorê dewleta Îsraîla Mezin nirxandin kiriye û dibêje:

 

"Sînorê dewleta Îsraîlê ji rojhilatê çemê Nîlê heya rojavayê çemê Firatê dirêj dibe."

 

Ev sînor, ji rojhilatê Nîlê ta Sîna, ji bakurê Siûdiyê ta Kuweytê, pişt re Filistîn û Urdun, ji Îraqê ta çemê Firatê û ji aliyê bakur jî ta Libnan û Sûriyê diçe.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye