li gundê Necran yê Siweydayê pevçûnên demkurt derketin

Duh êvarî li gundê Necranê yê rojavayê Siweydayê şer di navbera çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û hêzên Parêzvanên Nîştimanîn yên Siwêdayê de derket. Di heman demê de 5 ciwan li ser benda kontrolê ya Hikûmeta Veguhêz li Metûne ya bakurê Siweydayê hatin girtin. Her wiha çekdaran li Humsê dema hewl da motorsiklêta ciwanekî bidize ciwan hat birîndarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Êrîş û revandinê ku li herêmên di bin kontrola Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de çêdibin tevlihevî û krîzê nîşan dide.

Li gundê Necranê yê rojavayê Siweydayê duh êvarî şer di navbera çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û hêzên Parêzvanên Nîştimanîn yên Siwêdayê de derket.

Li gorî ajansa Anha´yê hat ragihandin ku ji vê sibehê ve li Siweyda bêdengî serwer e û car caran pevçûnên dem kurt çêdibin.

Li gorî heman çavkaniyê hat diyarkirin ku  windahiyên mirovî çênebûne, lê zerarên madî çêbûn.

Di 2 rojên dawîn de çekdarên Hikûmeta Veguhêz û komên çekdar ên girêdayî wê êrişî gundên bakur û rojhilat û bajarê Siweydayê kirin û ji çend aliyan hewl dan bikevin bajarokê Mecdel.

Hêzên Parêzvanên Nîştimanî wê demê ragihandibû ku wan berisva hewldanan dan û zerar gihandina êrîşkaran.

Li ser benda kontrolê ya Metûne ya Bakurê Siweydayê 5 ciwan hatin girtin

Di heman demê de, çavkaniyeke xwecihî ya Siweydayê destnîşan kir ku 5 ciwan li ser benda kontrolê ya Metûne ya bakurê Siweydayê hatin girtin.

Her wiha çavkaniyan dan zanîn ku çekdarên Hikûmeta Veguhêz ev kes girtine û navê kesên ku hatine girtin jî eşkere kir:

“Ramî Hesen Mehyo, Elaa Fayiz Hemşo, Cemal Hîlal Ebû Hemra, Nîdal Hîlal Ebû Hemra, Hadî Nîdal Ebû Hemra ku piranî ji bajarokê Lahte ne, girtin.”

Çavkaniyên din jî pişterast kirin ku çekdarên Hikûmeta Veguhêz berî ku ciwanan bigire, telefonên wan vekiribûn.

Li Humisê 2 çekdarên nenas, ciwanek birîndar kirin

Girêdayî mijarên êrîş û revandinê, li Humisê jî 2 çekdarên nenas, ciwanek birîndar kirin.

Li gorî agahiyên ku hatin dayîn çekdaran li Humsê dema hewl dan motorsiklêta ciwanekî ji bajarê Miherdayê yê Hemayê bidizin, êrişî wî kirin û bi 3 guleyan bi giranî birîndar bû.

Piştî ku çekdaran ciwan birîndar kirin reviyan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye