Di 25'ê Mijdara 1960'an de, sê çalakvanên siyasî û xwişkên hev (Patricia, Maria, Antonia) yên Komara Domînîkî hatin kuştin.
Ev roj ji aliyên Neteweyên Yekbûyî ve ji sala1999'an ve, ji bo rêzgirtina wan bû Roja Navneteweyî ya jiholêrakirina Şîdeta li ser Jinan.
TAJÊ: Tundiya li ser jinan, qirkirina civakê ye
Bi boneya bîranîna van sê jinan û vê rojê, li Ewropa û hin beşên Kurdistanê tevgerê jinan daxuyanî dan.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ ji bo vê rojê daxuyaniyek da û ev xal têde ragihandin:
"Rojane şer li ser bedena jinan tê meşandin, zewacên di temenê biçûk de ji hêla dewletê ve bi qanûnan tê rewakirin û hesab ji kesên ku jinan qetil dikin jî nayê pirsîn.
Weke jinên Êzidî me felsefeya Rêber Apo nas kir û em fêr bûn ku têkoşîna herî baş a li dijî tundiyê xwenaskirin, rêxistinbûn û têkoşîn e.
Em ê bi vî ruhî roja 25’ê Mijdarê pêşwazî bikin û bi dirûşma ‘Tundiya li ser jinan, qirkirina civakê ye’ çalakiyên xwe li dar bixin."
TJK-E: Tundiya li ser jinê pirsgirêkeke mejî ye
Her wiha Koordînasyona Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji ber 25'ê Mijdarê daxuyaniyek weşand û têde ev nirxandin kir:
"Têgeha 'Kujerê Civakî yê Kastîk' ku Rêber Apo di pêvajoya derbasbûyî de bi me re parve kir, rastiya qirkirinê ya ku jin bi hezaran sal in pê re rû bi rû dimînin, bi rengê herî şênber vegotiye.
Tundî û qirkirina li ser jinê beriya her tiştî pirsgirêkeke mejî ye û li hemberî wê divê em têbikoşin.
Heta ku çanda destavêtinê ji holê neyê rakirin; li qadên felsefe, zanistî, estetîk, exlaqî û olî heqîqeta civakî dernakeve holê.
Em bang li civaka xwe dikin ku bi xurtî beşdarî çalakiyan bibin."
TJA: Em ê têkoşîna xwe ya li dijî qirkirina jinê mezin bikin
Di heman demê de Tevgera Jinên Azad-TJA`yê jî ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî da û got:
"Em ê têkoşîna xwe ya li dijî qirkirina jinê mezin bikin; bi mîrateya ji Mirabalan heta îro, em ê jiyaneke bê tundî û azad bi civaka demokratîk re birêsin.
Em Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, a ku di 27’ê Sibatê de bi banga Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir, ji têkoşîna azadiya jinê ya ku em li dijî sîstema serweriya mêr didin, cuda nabînin.
Em bang li hemû jinan dikin ku ber bi azadiyê ve bimeşin, gotinê mezin bikin û ronesansa jinê di jiyanê de pêk bînin."