Meclisa Jinan a Yekîtiya Parêzerên Kurd bi sernavê "Bi hev re ji bo misogerkirina mafên jinan di destûra Sûriyê de" li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê panelek li dar xist.
Di panelê de parêzerên jin û mêr, nûnerên ji tevger û rêxistinên jinan amade bûn.
Panel ji 2 mijarên sereke pêk hat, li ser rewşa jinan, mafên qanûnî û destûrî hat nîqaşkirin.
Di panelê de girîngiya pêkanîna mafên jinan di destûra sûriyê de hat niqaşkirin
Destûrên Sûriyê yên ji sala 1920ˊan ve û heta 2025ˊan, li pey hev hatin rêzkirin û bi bîr xistin.
Beşdarên panelê li ser peymanên navneteweyî yên taybet bi jinan ku Sûriyê jî tevlî bûye gotubêj kirin.
Peymana qedexekirina her cureyên cudakariyê (CEDAW) ku di sala 1997ˊan de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pejirandin û di sala 2003ˊan de Sûrîye jî tev li wê bibû hat bibîrxistin.
Her wiha li ser girîngiya pêkanîna mafê jinan di destûra Sûriyê de gelek niqaş hatinkirin.
Ji van mafan beşdaran, tekez kirin ku pêwîste zewaca zarokan qedexe bibe, rê li ber kuştin, destdirêjî û her cure tundiyê were girtin.
Li kêlek vê, divê mafê jinê yê kar, xwedîkirin, mîrate, peydakirina lênêrîna tendirustî û piştgirîkirina projeyên aborî bê misogerkirin.
Ji bilî vê li ser destkeftiyên jinan axaftin hatin kirin û pêwîstiya tevlîkirina YPJˊê ya di nav Wezareta Parastinê ya Sûriyê de hate destnîşankirin.
Di dawiya panelê de hat gotin ku wê xebat û têkoşîna ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk ku mafên tevahî pêkhateyan biparêze di serî de jî mafên jinan dewam bike.