Riham Hico: Entegrasyona demokratîk çareserî ye

Berdevka TAJÊ Riham Hico diyar kir ku civaka Êzidî tu carî parçebûna Îraqê nexwestiye, projeya Rêveberiya Xweser jî ne qutbûna ji Îraqê ye û got: "Em weke Êzidî sîstema entegrasyonê ku îradeya me tê teslîmgirtin bi tu awayî qebûl nakin û li şûna wê entegrasyona demokratîk dixwazin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêveberiya Xweser a Şengalê, piştî ferman û êrişên DAIŞ'ê yên sala 2014'an li ser civaka Êzidî, ji bo rêvebirina herêmê, dabînkirina ewlehiyê û avakirina jiyaneke azad li ser bingeha çand û baweriya Êzdiyatiyê hate avakirin.

 

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico, derbarê têkiliyên Şengalê bi dewleta Îraqê rê û perspektîfa çareseriyê ya Rêveberiya Xweser a Şengalê, axivî.

 

 

Riham Hico: Em gelê xwe diparêzin ne ji bo ku em bibin gef li ser Îraqê

 

 

Riham Hico diyar kir ku wan wek Rêveberiya Xweser ji roja ku sazî û meclisên xwe avakirin û heta niha jî tu carî parçebûna Îraqê nexwestine û got:

 

"Me her dem Îraq qebûl kiriye û di projeya Rêveberiya Xweser de qutbûna ji Îraqê çênebûye.

 

Em gelê xwe diparêzin, ne ji bo ku em bibin gef li ser Îraqê."

 

 

"Di encama fermanê de me parastina xwe ava kir"

 

 

Riham Hico balkişand ser fermana 74`an a ku bi serê Êzîdiyan hat û wiha pêde çû:

 

"Civaka me di qirkirinê re derbas bû.

 

Encama wê fermanê ew bû ku em bi tenê hatin hiştin û gerîla xwe gihand me û me parastina xwe avakir."

 

 

"Em dixwazin parastina Şengalê ji aliyê zarokên Şengalê ve be"

 

 

Berdevka TAJÊ`ê dazanîn ku niha gef li ser Şengalê heye, rewş xeter e û got:

 

"Tevî xeteriya ku heye jî gelê me ji hêza xwe bawer e ku wê wan biparêze.

 

Lê em niha bi Îraqê re dixwazin bigihîjin lihevkirinekê ku parastina Şengalê ji aliyê zarokên Şengalê ve bê kirin.

 

Tu pirsgirêka me bi Îraqê re tuneye, bila hêzên me yên parastinê bi Îraqê ve girêdayî bin.

 

Lê hemû daîreyên dewletê ku li Şengalê ne, Îraq li wan xwedî dernakeve.

 

Ev du sal derbas bûn di ser hilbijartinan re, lê heta niha Îraqê rêveberên navçeyan û qaymeqamê Şengalê diyar nekirine."

 

Berdevka TAJÊ`ê Riham Hico herî dawî got ku ew wek Êzidî sîstema entegrasyonê ku îradeya wan tê teslîmgirtin bi ti awayî qebûl nakin û li şûna wê entegrasyona demokratîk dixwazin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye