Jin di jiyana koçeriyê de her dem pêşeng in

We ti car ji xwe pirs kiriye ku di sedsala 21’emîn de koçerî çawa tê meşandin? Jakaw Nebî, bi jiyana xwe ya li zozanên Kurdistanê, bersiva vê pirsê bi keda destên xwe û bi bîranînên xwe dide. Çîroka jinekê ku çiya jê re bûye mal, û koçerî jê re bûye jiyan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Gava ku roj li ser lûtkeyên çiyayên bilind hiltê, dengê pêşîn ê ku li zozanan olan dide, dengê jina koçer e.

Di nava vê jiyana koçeriyê de, ji veguhastina konan bigire heta xwedîkirina pez û parastina çanda kevnar, barê herî giran û pêşengiya herî mezin li ser milê jinan e.

Jakaw Nebî jineke Kurd e ji gundê Dûgomanê ye, her sal wek kevneşopiya koçeriyê berê xwe dide Qendîlê.

Jakaw Nebî der barê koçeriya xwe ya salane de axivî û da zanîn ku ew di meha 4`an de diçin koçeriyê heta meha 9`an.

"Çêkirina çîqan yek ji kevintirîn çanda me ye"

Darên bi navê "Çîq" tên naskirin ku di çêkirina konan de tên bikaranîn, bi alîkariya jinên derdorê tên çêkirin, ku ev yek ji karên destan ên çanda jinên koçer e.

Jakaw Nebî wiha behsa şêwazê çêkirina çîqan û karên destan kir.

Jakaw Nebî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser aramiya ku niha jinên koçer li Binarê Qendîlê hîs dikin, û hîskirinên xwe bi van peyvan anî ziman.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye