Piştî Agirbesta şerê 40 rojî yê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî ragihand ku ji dema agirbesta ve, ev cara yekem e ku rastî êrîşên Îranê hatiye.
Ev yek jî, piştî rageşiya leşkerî ya di navbera Amerîka û Îranê ya li Tengava Hurmizê de hat.
Der barê vê yekê de, gelek welatan ji bo pabendîbûna her du aliyan bi agrbestê daxuyanî dan.
Pakistan: Divê her du alî pabendî agirbestê bin
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf êrîşên roja sêşemê yên li dijî Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bi tundî şermezar kirin û hevgirtina welatê xwe ya tevahî bi Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî re anî ziman û wiha da zanîn:
"Ji bo ku cih ji dîplomasiyê re were dayîn, pabendbûn û rêzgirtina agirbestê pir girîng e."
Almanya: Vegere ser maseya dan û standinan
Di heman demê de, Şêwirmendê Almananyayê Friedrich Merz jî ev yek ji Tehranê xwest :
"Vegere ser maseya dan û standinan û "dev ji rehîngirtina herêmê û cîhanê berde".
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî, êrîşên Îranê yên li ser Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî şermezar kirin û ew wekî "nayê pejirandin" bi nav kir.
Brîtanya: Divê agirbesteke mayînde li Rojhilata Navîn were misogerkirin
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer jî êrîşên li ser Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî şermezar kirin û got:
"Divê ev alozî raweste.
Divê Îran bi awayekî cidî beşdarî danûstandinan bibe, da ku agirbesteke mayînde li Rojhilata Navîn misoger bike û çareseriyeke dîplomatîk a demdirêj bi dest bixe."
Erebistana Siûdî: Divê hawldanên dîplomatîk li pêş bin
Erebistana Siûdî tevlî bangên ji bo kêmkirina rageşiyê bû û daxwaza "hewldanên dîplomatîk ji bo gihaştina çareseriyeke siyasî" kir.
Îran: Amerîka bi binpêkirina agirbestê Tengava Hurmizê aniye vê astê
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf jî, bi postekê li ser X`ê diyar kir ku Deweltên Yekbûyî yên Aamerîkayê û hevalbendên xwe bi binpêkirina agirbestê rewşa tengava hurmizê aniye vê astê û wiha domand:
"Amerîka û hevalbendên xwe bi binpêkirina agirbestê û sepandina dorpêçê, ewlehiya keştîvanî û enerjiyê xistine xeteriyê.
Berdewamiya rewşa heyî ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ne domdar e.
Hevkêşeyeke nû niha li Tengava Hurmizê çêdibe."
Her wiha Televizyona Îranî jî ragihand ku Tengava Hurmizê hîn jî di bin kontrola rayedarên Îranî de ye, ev yek nîşan dide ku "Projeya Azadiyê" ya ku ji hêla serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ve hat destpêkirin, têk çûye.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê di 28ê sibatê de li dijî Îranê dest bi şer kirin û di 8ê nîsanê de agirbest hat ragihandin, lê alozî di navbera Washington û Tehranê de û her wiha dorpêça deryayî ya li Tengava Hurmuzê jî berdewam dike.