Li Çînê ji ber lehiya zêde, 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hejmara miriyên ku ji ber lehiyên wêranker ên ku ji ber baranên zêde li Chongqing, Çînê çêbûn, gihîşt 9 kesan.
Her wiha rayedaran ragihandin ku 11 kes jî hîn winda ne.
Operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê li Chongqinga Çînê, piştî lehiyên wêranker ên ku ji ber baranên zêde çêbûn, berdewam dikin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Xinhuayê, heta niha neh cenaze ji lehiyên ku ji ber barana zêde li Iyaleta Yongchuanê çêbûn, hatine derxistin.
Ji ber lehiyê rewşa awarte hat ragihandin
Hate ragihandin ku 2141 kes di 41 stargehan de hatine bicihkirin û ev cih ji bo kesên ku ji lehiyê zirar dîtine hatiye çêkirin.
Tevî lehiya befirih a ku ji ber baranên demsalî çêbûye, li Iyaleta Yongchuanê rewşa awarte ya herî bilid hate ragihandin.
Her wiha, tedbîrên awarte yên asta duyem li 29 Iyalet û bajarokên cuda û asta sêyem li 9 Iyalet û bajarokên cuda hatin bicihkirin.
Rayedaran ragihandin ku asta çeman li 22 Iyaleta û bajarokan ji asta xetereyê derbas bûye û hewldanên rizgarkirina ji ber karesatê berdewam dikin.