Li Sûdan şer bi dijwarî berdewam dike.
Li gorî çavkaniyeke leşkerî, ji ajansa nûçeyan a Fransî re eşkere kirbû artêşa Sûdanê êrîşa nû yên Hêzên Piştgiriya Lezgîn li ser El-Faşer paşve kişand.
Bajarê El-Faşer ji Nîsana 2023`an û vir ve, di nava şer de ye û ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lazgîn ve hatiye dorpêçkirin.
Ev tekane bajarê mezin e ku li herêma Darfûrê ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lazgîn ve nehatiye kontrolkirin.
BAJARÊ EL-FAŞER BÛ NAVENDA ŞERÊ HERÎ GIRAN
Çavkaniya leşkerî da zanîn ku Artêşa Sûdanê bi piştgiriya çend komên çekdar, ji nû ve girtîgeha Şela û navenda polîsên yedek a navendî li başûrê rojavayê bajêr kontrol kir.
Berevajî vê yekê jî Hêzên Piştgiriya Lezgîn ji ajansa nûçeyan a Franseyê re ragihandiye ku ji roja înê ve, ew cih bi temamî di bin kontrola wan de ne.
Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Selah Îsa yê ji taxa Ewlad El-Rif a navenda El-Faşer diyar kir ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn roja Înê ji aliyê başûrê rojavayê bajêr ve dest bi topbaranê kirin, êrîşên xwe giran kirin û ber bi balafirgehê ve çûn.
BI TENÊ DI ÊRÎŞEKÊ DE 8 SIVÎL HATIN KUŞTIN
Li gorî çavkaniyeke tenduristî, di êrîşa şeva çarşemê de ya ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ku stargeheke sivîlan kir hedef, herî kêm 8 kes hatin kuştin. Piştî windakirina bajarê Xertûm ku di meha Adarê de bi temamî ketibû destê Artêşa Sûdanê û di hewldana kontrolkirina tevahiya herêma Darfûrê de, Hêzên Piştgiriya Lezgîn êrîşên xwe li dijî El-Faşer û kampên derdorê zêde kirine.
BI DEH HEZARAN MIROV LI SÛDANÊ HATINE KUŞTIN
Şerê li Sûdanê bû sedem ku bi deh hezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin, 13 milyon kes koçber bibin, hejarî û belengazî zêde bibe, li Sûdanê piraniya wan kesên xwe ji agirê şer diparêzin, bi aigrê hejariyê dişewtin.