Pêwendiyên dîplomatîk ên di navbera Îran û Awistralyayê de, piştî îmzekirina Balyozxaneya Awistralyayê li Tehranê di sala 1968an de û vekirina Balyozxaneya Îranê li Canberrayê di 1971an de,dest pê kirin,Pêwendiyên siyasî û aborî piştî Şoreşa Îslamî ya Îranê ya di sala 1979an de, xurtir bû.
Awistralya: Em ê pastarên îranê têxin lîsteya terorê
Serokwezîrê Awistralyayê Anthony Albanese ragihand ku Tehranê du êrîşên dij-Semîtî pêk anîne, ji ber wê yekê welatê wî biryar daye ku balyozê Îranê ji Awistralyayê derxîne.
Anthony Albanese diyar kir ku ev êrîş nayê qebûlkirin û wî nirxên demokratîk ên welatê lawaz bike, lema balyozxaneya Awistralya li Tehranê hatiye rawestandin û hemû dîplomatên Awistralya niha bi ewlehî li welatekî sêyem in.
Serokwezîrê Awistralyayê diyar kir ku ew ê Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê wekî rêxistineke terorîst bi nav bike.
Ajansa Îstixbarata Ewlehiyê ya Awistralyayê, lêkolînên îstîxbaratî yên pêbawer pêk anîn û piştrast kir ku Îran li pişt êrîşan e.
Ajansa Îstixbarata tekez kir ku Îran bi du êrîşên ku li Sydney xwaringeha (Louis Continental) û li Melbourne (Kenîşteya Addas Îsraîlê) hedef girtine ve girêdidin.
Ji aliyê xwe ve jî, Rêveberê Giştî yê Ajansa Fezayê ya Navneteweyî, Mike Burgess Pasdarên eşkere kir ku ev êrîş ji aliyê Pasdarên Şoreşa Îranê ve, bi rêya rêze alîkarên li derveyî welêt ve hate kirin.
Konseya Rêveber a Cihûyên Awistralya: Em ji ber êrîşan hêrs bûne
Berdevkê Konseya Rêveber a Cihûyên Awistralya piştgirî da biryara destnîşankirina Muhafizên Şoreşê wekî terorîst û dan xuyakirin ku ew "hêrs bûne" ku saziyeke biyanî li pişt tawana ne.
Penny Wong : Divê berpirsên Îranê heya heft rojan ji Awistraliya derkevin
Wezîra Derve ya Awistralyayê Penny Wong da xuyakirin ku Awistralyayê heft roj daye balyozê Îranê û sê berpirsên din, da ku ji welêt derkevin.
Penny Wong da zanîn ku Awistralya dê xetên dîplomatîk bi Îranê re biparêze, da ku berjewendiyên Awistralyayan li wî welatî biparêze.
Hikûmeta Awistralyayê bang li welatiyên xwe kir ku neçin Îranê.