Amerîkayê 7 welatiyên Îranê û 13 sazî ceza kirin

Amerîkayê cezayên nû li ser Îranê sepandin, gelek şîrket û saziyên alîkariyê Îranê dikin, di lîsteyê de hene.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, navê 7 welatiyên Îranî û 13 saziyên din, ên rola wan di pêşxistina torên darayî û teknolojîk ên Tehranê de hene, ceza kirin.

Amerîka, diyar kir ku piraniya kesên ku hatine cezakirin, pêwendiya wan bi Bankaya Kourosh Offshore û Şirketa Sîstema Guherînê ya RUNCê re hebûn.

Amerîka ew şîrketên ku pêwendiya wan bi Şîrketa Pasargad Aryan a Teknolojî û Ragihandinê re heye hedef girtin û ceza bi ser şîrketa nivîsbariyê ya Qeshem Arian Datisê, Şîrketa Rashid Samaneh a Elektronîkê û Barid Fanavar Arianê de sepandin.

Beriya demekê jî, Amerîkayê ceza li ser 5 sazî û kesekî ku alîkariya Şîrketa (HESA) dikirin sepandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye