Dan û standinên di navbera Rûsya û Ûkraynayê de yên ji bo bidawîanîna şer, berdewam in.
Kremlinê, duh ragihand ku gera bê ya dan û standinên Moskow, Kîev û Washingtonê ya ji bo çareserkirina şerê li Ûkraynayê, wê di 17 û 18'ê sibatê de li Cinêvê pêk were.
Ajansa Nûçeyan a Rûsyayê RIA Novosti, diyar kir ku şêwirmendê serokatiyê Vladimir Medinsky ku beşdarî çendîn gerên dan û standinan bûye, wê serokatiya şandeya Moskovayê bike.
Her wiha Şêwirmendê Serokê Ûkraynayê Dmytro Lytvyn destnîşan kir ku şandeya Kîevê ji bo van hevdîtinan amadekariyan dike.
Di vê civînê de, wê nûnerê Amerîkî Steve Witkoff û zavayê Trump Jared Kushner jî beşdar bibin.
Trump: Divê rayedarên Rûsya û Zelensky zû tevbigerin
Li ser vê civînê serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyaniyek da û got:
"Divê Zelensky û Moskova zû tevbigerin, bi taybet Zelensky ji ber ku wê fersendeke mezin ji destê wî here."
Herî dawiyê serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky ragihandibû ku Washingtonê pêşniyar kiribû ku gera sêyemîn a dan û standinên di navbera Kîev û Moskovayê de, wê li Miamiyê were lidarxistin.
Di hefteyên dawî de Rûsya, Ûkrayna û Amerîkayê li Ebû Dabî 2 civîn ji bo bidawîanîna şer li dar xistibûn.