Her diçe aloziya di navbera Efxanistan û Pakistanê de zêde dibe.
Li gorî cîgirê berdevkê hikûmeta Efxanistanê di êrîşeke asmanî de ku Pakistanê li ser nexweşxaneyeke li Kabûlê pêk anî, herî kêm 400 kes hatin kuştin û 250 kesên din jî birîndar bûn.
Pakistan: Me tesîsên leşkerî û binesaziya terorîstan hedef girtin
Pakistanê îdea red kir û wê wekî derew û şaş bi nav kir û wiha lê zêde kir:
"Me tesîsên leşkerî û binesaziya ku piştgiriyê dide terorîstan hedef girtiye."
Wezareta Agahdariyê ya Pakistanê li ser platforma X´ê postek belav kir.
Wezaretê diyar kir ku cihên hedefgirtî, depoyên cebilxane û alavên ku ji hêla çekdarên Talîbana Efxanî ve dihatin bikaranîn.
Pevçûnên di navbera her du welatan di meha borî de piştî êrîşên hewayî yên Pakistanê li ser Efxanistanê dest pê kirin.
Rayedarên Îslamabad dibêjin ku ew kelehên çekdaran hedef digirin.
Efxanistanê jî êrîş wekî binpêkirina serweriya xwe bi nav kir û bi êrîşên dijber bersiv da.
Ev demek dirêj e di navbera her du welatên cîran de nakokiyên tund hene.
Îslamabad îdea dike ku Kabûl ji bo wan çekdarên ku êrîşan li ser Pakistanê dikin penagehek ewle, peyda dike.
Hikûmeta Efxanistanê vê îdeayê red dike û dibêje ku şerê li dijî tundrewiyê meseleyek navxweyî ya Pakistanê ye.