Li Îraqê Qada Petrolê ya Mecnûnê rastî êrîşan hat

Duh bi şev, bi 3 dronan êrîş li ser Qada Petrolê ya Mecnûnê ya li bajarê Besreyê, hate kirin. Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî got ku divê sûcdarên êrîşan werin girtin û cezakirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê her ku diçe gûrtir dibe.

 

Ev şer bandoreke mezin li Başûrê Kurdistan û Îraqê jî dike.

 

Li gorî agahiyan duh bi şev 3 dronan êrîşî Qada Petrolê ya Mecnûnê ya li Rojhilatê Besreyê kiriye.

 

Drona yekem li birca ragihandinê ya qada petrolê ketiye û ya duyem Ofîsa Kompanya KBR`yê ya Amerîkayî hedef girtiye.

 

Beriya niha jî di 13`ê Adarê de çavkaniyeke ewlehiyê yê parêzgeha Besreyê ragihandibû ku bi 2 dronan êrîşî Qada Petrolê ya Mecnûnê hatiye kirin.

 

Heman çavkaniyê gotibû ku droneke ku çavkaniya wê ne diyar e, 12`ê Adarê jî li nêzîkî pira boriyan a li Qada Petrolê ya Mecnûnê ketiye.

 

Qada Petrolê ya Mecnûnê nêzîkî sînorê Îraq û Îranê ye û 60 kîlometreyan dûrî bajarê Besreyê ye.

 

Ev qada petrolê wekî yek ji qadên herî girîng ên Îraqê tê dîtin.

 

 

Mihemed Şiya Sûdanî: Divê sûcdarên êrîşan werin girtin û cezakirin

 

 

 

Derbarê van êrîşan Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan daxuyaniyek belav kir.

 

Numan diyar kir ku Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mihemed Şiya Sûdanî ferman daye hemû dezgehên ewlehî û îstîxbaratê ku li pey sûcdarên êrîşan bigerin û wan radestî dadgehê bikin.

 

Li gorî daxuyaniyê, di nava çend saetên borî de Qada Petrolê ya Mecnûnê ya li Besreyê, Otela Navneteweyî ya Reşîd û Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê rûbirûyî "êrîşeke terorîstî" bûne.

 

Sebah Numan got ku; ev karên tawankarî dê encamên xeternak li ser welat bikin û hewlên hikûmetê yên ji bo avakirin û bipêşketinê asteng bikin.

 

Sebah Numan da zanîn ku Sûdanî tekez kiriye ku ewlehiya dewlet û welatiyan xeta sor e.

 

Serokwezîrê Îraqê her wiha biryar da ku her fermandar û berpirsê ewlehiyê yê ku di karê xwe de xemsarî kiribe û nekarîbe rê li ber van êrîşan bigire, lêpirsîn pê re were kirin û were cezakirin.

 

Hat zanîn ku derengiya şeva borî bi dronê êrişî Otela Reşîd a li Bexdayê hat kirin.

 

Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê ragihand ku dron li banê otelê ketiye û tu ziyan çênebûne.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye