Netanyahu ji bo peymana bi îranê re 3 şert danîn

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, ji bo peymana ku dibe di navbera Amerîka û Îranê de were îmzekirin, hişyarî da û xwest ku şertên wan werin qebûlkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Benjamin Netanyahu, li Qudisê di Konferansa Serokên Rêxistinên Cihûyan ên Amerîkayê de, axivî û şertên xwe wiha rêz kirin:

 

“Yekem: Divê hemû stokên uranyuma dewlemendkirî yên Îranê derxin derveyî welêt.

 

Duyem: Divê kapasîteya dewlemendkirinê ya Îranê bi temamî were sifirkirin û hemû amûr, santrîfuj û binesazî werin rakirin.

 

Sêyem: Divê peyman bernameya mûşekên balîstîk a Îranê jî li xwe bigire û vê gefê ji holê rake.”

 

Netanyahu, diyar kir ku wî ev şert destpêka vê mehê di hevdîtina bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re jî gotine.

 

Li gorî medyaya Amerîkayê, Trump ji Netanyahu re gotiye ku eger peyman çênebe, ew dê piştgiriyê bidin ku Îsraîl binesaziya mûşekên balîstîk a Tehranê bombebaran bike.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye