Duh di daristana navçeya Seyîtgazî de ya bajarê Eskîşehîrê şewat derket.
Hate ragihandin ji ber baya zêde û mûdaxelaya dereng şewat pir zû belav bû.
Herî dawî hat gotin ku şewatê xwe gihandiyê bajarê Afyonkarahîsarê.
Hat diyar kirin ku 5 karkerên daristanê û 5 jî endemên saziya AKUT'ê ku dema hewildidan şewatê vemirînin di nav agir de asê dimînin û jiyana xwe ji dest didin.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin navê kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi vî rengî ne:
"Sercan Utmî, Hîlmî Şahîn, Eyup Derelî, Tolunay Kocaman, Enes Kizilyel, Muharrem Can, Îlker Onarici, Tekîn Enes Sariyildiz, Bayram Eren Arslan û Alperen Ozcan."