Erdogan li ser komîsyona çû Îmraliyê axivî

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp li ser biryara Komîsyonê ya çûna Îmraliyê axivî. Erdogan dibêje, " Em biryara dawî ya Komîsyonê wekî biryareke ku rê li ber pêvajoyê vedike, tevkariyê li pêvajoyê dike dinirxînin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di vegera xwe ya ji Lûtkeya G20ê ya li Afrîkaya Başûr pirsên rojnamegeran ya di derbarê Îmraliyê de bersivandin.

Erdogan li ser biryara Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya çûna Îmraliyê got:

"Em biryara dawî ya Komîsyonê wekî biryareke ku rê li ber pêvajoyê vedike, tevkariyê li pêvajoyê dike dinirxînin."

Dîyaloga me bi DEM'ê re heye

Erdogan diyar kir ku ew xebatên ji bo pêvajoyê wekî Tifaqa Cumhurê bi hevahengî dimeşînin û şandeya DEM Partiyê jî di periyodên diyarkirî de qebûl dikin.

Erdogan bal kişand ser giringiya Komîsyonê û diyar kir ku Komîsyonê li Parlamentoyê karên gelekî girîng kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye