Di şerê Îranê de 290 leşkerên DYA'yê birîndar bûn

Fermandariya Navendî ya Artêşa DYA'ê ragihand ku di êrîşên li ser Îranê de 10 jê bi giranî, 290 leşkerên wan birîndar bûn. Hate ragihandin ku 13 leşker jî mirin e. Di heman demê de jî Wezareta Şer a Amerîka plan dike ku ji Tûgaya 82'mîn a Hewayî bi hezaran leşker bişîne Rojhilata Navîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Şerê Îsraîl-Amerîka li dijî Îranê di roja xwe ya 26`an de dewam dike.

Niha jî behsa amadekariyên qonaxeke nû a dan û standinên derbarê bidawîbûna şer di navbera Amerîka û Îranê de tên kirin.

Ev şer ji her dû aliyan ve jî bi çekên herî giran û pêşketî tê kirin.

Berdevkê Fermandariya Navendî ya DYA'yê CENCTOM Tim Hawkins diyar kir ku di dema êrîşên li ser Îranê de nêzî 290 leşkerên DYA'yê birîndar bûn.

Hawkins ji CNN'ê re axivî û anî ziman ku ji leşkerên birîndar 255 ji wan careke din li karê xwe vegeriyan, 10 jî bi birîna giran karê xwe dewam dikin.

 

Di şerê Îranê de 13 leşkerên Amerîkî hatin kuştin

 

Li gorî heman nûçeyê, di şer de 13 leşkerên DYA'yê jî hatin kuştin.

Televîzyona dewletê ya Îranê jî di 21'ê Adarê de ragihand ku li Îranê zêdeyî hezar û 500 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê jî diyar kir ku zêdeyî 1000 welatiyên libnanî di vî şerî de hatine kuştin.

Hate ragihandin ku li Îsraîlê jî 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.

 

DYA amadekariya şandina bi hezaran leşkerên din dike

 

Hîn jî Amerîka hêzên xwe dişîne Rojhilata Navîn.

Reutersê ragihand ku tê payîn ku Wezareta Şer ji Tûgaya 82'mîn a bijarte ya Hewayî bi hezaran leşker bişîne herêmê.

Rojnameya Wall Street Journalê jî diyar kir ku hejmara leşkerên dê bên şandin nêzî 3 hezar kesî ye.

Rojnameyê diyar kir ku tê payîn fermana nivîskî ya têkildarî vê veguhastinê di demjimêrên pêş de bê weşandin.

Hîn zelal nebûye ku leşker dê li kîjan xalên Rojhilata Navîn bên bicihkirin û dê kengî bigihêjin herêmê.

Ev geşedan piştî nûçeyên 13’ê Adarê hat ku tê de hatibû gotin ku 5 hezar deryavanên amerîkî û keştiyeke êrîşê ya "amfîbî" ber bi herêmê ve hatine şandin.

Serokê DYA’yê Donald Trump di daxuyaniyên xwe yên berê de tekez kiribû ku ew naxwaze leşkerên amerîkî li Îranê bin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye