Piştî ku Serokwezîrê Îraqê bi serdanekê gihîşt Îranê, ragihand ku wan 4 peymanên lihevkirinê bi Îranê re îmze kirine.
Lê tiştê ku bala mirov dikişîne, cudahiya di navbera hejmara wan peymanan de bû ku Îraqê digel Amerîkayê li gorî Îranê encam dabûn.
Îraqê digel Amerîkayê 48 peyman û bîrnameyên têgihîştinê îmze kirin
Îraqê ligel Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê di gelek waran de bi bihayê 200 milyar dolarî îmze kirin.
Lê ligel Îranê tenê 4 peymanên hevkariyê îmze kirine ku di van waran de ne:
Peymana veguhastin û gihandina navdewletî ya bejayî ya kelûpelan
Hevkariya ji bo dirêjkirina xeta hesinî ya Kirmaşan - Xosrewî - Xaneqîn - Bexda
Hevkariyên cîranî di navbera şaredariya Bexda û Tehranê de
Hevkariyên di warê birêvebirina hikûmetê û perwerdekirina şiyanên mirovî de
Cudahiyeke mezin di navbera peymanan de heye
Şîrovekarên siyasî û aborî jî sedema vê cudahiyê li çend xalên sereke vedigerînin.
Ew 48 peyman û hevkarî tenê ligel hikûmeta Amerîkayê bixwe nebûn.
Lê piranî ji wan ligel kompanyayên mezin ên kerta taybet a Amerîkî (di kertên teknolojî, nûkirina jêrxana enerjiyê û pîşesaziyê de) hatin îmzekirin.
Ji ber pirrengiya kerta taybet a Amerîkî, hejmara girêbestan bi vî awayî zêde bû.
Li beramber vê, aboriya Îranê pirtir ji aliyê kerta hikûmî, nîv-hizbî û leşkerî ve tê birêvebirin, ji ber vê yekê peyman rasterast û sînordar bûn.
Her wiha guhertina arasteya stratejîk a enerjiya Îraqê û dûrketina ji Hurmizê.
Medyayên cîhanî ronahiyê diavêjin ser wê yekê ku îmzekirina 48 peymanan ligel Washingtonê beşek ji projeya geşepêdana serxwebûna aboriya Îraqê ye.
Yek ji girîngtirîn projeyên li wir, biryara avakirina xeta lûleya neftê ya Îraq-Sûriyê bû bi piştgiriya Amerîkayê.
Şîrovekar: Cezayên Amerîkayê li ser Îranê sedema kêmbûna peymanan e
Armanca Îraqê ji vê gavê, dîtina rêyeke alternatîf e ji bo hinardekirina petrola xwe.
Ji aliyekî din ve cezayên li ser Îranê û sînordariya darayî ji ber cezayên niha yên Amerîkayê û yên navdewletî li ser Tehranê, Îraq nikare girêbestên mezin ên veberhênanê û darayî ligel kompanyayên Îranê îmze bike.
Ji ber vê yekê, ew 4 peymanên Tehranê tenê di çarçoveya karûbarên sînorî û hinek peymanên veguhastinê yên destpêkî de man.