Girtin û binçavkirinên desthilata Erdogan ya li dijî Partiya Gel a Komarî(CHP) berdewam dike.
Vê sibê Şaredarê Bajarê Mezin ê Edenê û alîkarê Serokê Yekitiya Şaredariyên Tirkiyê (TBB) Zeydan Karalar, Şaredarê Semsûrê Abdurrahman Tutdere û Şaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê Muhîttîn Bocek jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de, Cîgirê Şaredar Ahmet Şahîn jî ku li şûna Şaredarê navçeya Büyükçekmece a Stenbolê Hasan Akgûn hatibû hilbijartin hate binçavkirin.
TUNÇ SOYER HATE GIRTIN
Dîsao doh şaredarê berê yê şaredariya bajarê mezin ê Îzmîrê Tunç Soyer, Serokê CHP'ê yê bajêr Şenol Aslanoglu û Rêveberê Giştî yê ÎZBETONê Heval Savaş Kaya ku di 1ê Tîrmehê de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Di vê operasyona Îzmîrê de daxwaza girtina 98 kesan hatibû kirin de heta niha 35 kes hatine girtin.
DEM PARTÎ: ``DIVÊ TUNÇ SOYER WERE BERDAN``
Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan DEM Partî ji bo girtina şaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Îzmîrê Tunç Soyer daxuyanî da.
DEM Partî di daxuyanî de wiha got: "Tunç Soyer siyasetmedarekî girîng e ku piştgirî dide Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û beşdarî wê dibe. Wek Partiya DEM, em ê ji bo her kesî bêjin edalet û hiqûq. Divê fermana girtinê di zûtirîn dem de were betalkirin û Tunç Soyer tavilê were berdan."
HETA NIHA 195 CHPYÎ HATINE GIRTIN
Di operasyonên li dijî ÎBBê(Şaredariya Mezin a Stenbolê) de, 264 kes hatibûn binçavkirin û 121 kes hatibûn girtin. Dema ku operasyonên li dijî şaredariyên CHPê yên Esenyurt, Beykoz,Beşîktaş û Îzmîrê li van operasyonan jî bên zêdekirin, hejmara kesên hatine binçavkirin 430, hejmara kesên hatine girtin jî 195 in. Hejmara şaredarên ku di van operasyonan de hatine girtin 11 ne.