Careke din çekdarên Hikûmeta Veguhêz êrîşî Siweydayê kirin

Hêzên Parastina Nîştimanî ya Siweydayê ragihandin ku çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê vê sibehê nuqteyeke wan bombebaran kiriye. Di derbarê vê êrîşê de serokatiya Rûhanî ya Durziyan jî banga lezgîn ji Netweyên Yekbûyî (NY) re kir û ji wan xwest ku zû destwerdanê bikin da ku dawî li dorpêça li ser Siweyda û gundên wê bînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hêzên Parastina Nîştimanî ya Siweyda destnîşan kir ku çekdarên Hikûmeta Veguhêz vê sibê bi 2 dronan êrişî benda wan a li ser rêya Çerxerêya Umran – Welga ya bakurê rojavayê Siweydayê kiriye.

 

Serokatiya Rûhanî ya Durziyan banga lezgîn ji NY re kir

 

Di derbarê vê êrîşê de serokatiya Rûhanî ya Durziyan banga lezgîn ji NY'ê re kir û ji wan xwest zû destwerdanê bikin da ku dawî li dorpêça li ser Siweyda û gundên wê bînin.

 

Di banga serokatiya Rûhanî ya Durziyan de daxwaz hat kirin ku korîdorên mirovî werin vekirin û hesab ji sûcdaran were xwestin.

 

“Li Siweydayê dorpêçeke giştî hatiye ferzkirin”

 

Serokatiya Rûhanî ya Durziyan nameyek ji NY û saziyên mirovî, hiqûqî û siyasî yên navneteweyî re şand.

 

Di nameyê de hate diyarkirin ku ev demek e li ser Siweydayê dorpêçeke her tiştî digire nava xwe hatiye ferzkirin û wiha hate berdewamkirin:

 

“Xwarin, derman, sotemenî û çûn û hatina bi serbestî hatine qedexekirin. Dîmen têne kişandin, ev dîmen tenê ji bo berovajîkirina rastiyan tên bikaranîn.”

 

“Dorpêç bandoreke mezin li xelkê Siweydayê dike”

 

Di nameyê de bandorên neyinî yên dorpêçê hate rêz kirin û ev mijar hatin kirpandin: "Mûçe bi temamî li ser karmendan hatine qutkirin, xwendekar ji xwendina xwe bê par mane, wêrankirin û diziya deverên jiyanî yên wekî kargeh, aş, mehsere, nexweşxane, benzînxane, depoyên genim û xwarinê, hilweşîna navenda tenduristiyê û hwd."

 

Di nameyê de hat bibîrxistin ku tevî hemû binpêkirinan xelkên Siweyda pabendî biryar, peymanên navdewletî û agirbestê ne û dem dema hesab xwestinê ji Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ye.

 

“Bang li NY hat kirin ku yekser dorpêça li ser Siweyda bide rakirin”

 

Di dawiya nameyê de bang li NY’yî, Konseya Ewlekariyê û civaka navdewletî hat kirin ku bi awayekî lezgîn tevbigerin û berpirsyariyên xwe yên exlaqî û qanûnî bi cih bînin û ji bo pêkanîna xalên li jêr gavan biavêjin:

 

“Yekser dorpêça li ser Siweyda were rakirin, li dadgehan hesab ji sûcdaran were xwestin, aliyên çekdar mecbûrî vekişîna bi temamî ya ji gundên zirardîtî bibin û xalên agirbesta ji meha Tîrmehê ve hatine îmzekirin, pêk bînin.”

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24