Yedioth Ahronoth: Îsraîlê %80'ê projeya Rojhilata Nû temam kiriye

Rojnameya Yedioth Ahronoth got ku artêşa Îsrîalê nêzîkî %80’ê projeya "Rojhilata Nû" ji bo xurtkirina sînorê bi Sûriyê re temam kiriye. Ev tevgera Îsraîlê li başûrê Sûriyê encam civîna 7'ê çileya 2026’an a li paytexta Fransa Parîsê bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rojnameya Yedioth Ahronoth a Îsraîlê behsa armanca hebûna Îsraîlê li Sûriyê kir.

Yedioth Ahronoth ragihand ku artêşa Îsraîlê nêzîkî %80’ê projeya "Rojhilata Nû" ji bo xurtkirina sînorê bi Sûriyê re temam kiriye.

Rojnameyê diyar kir ku ev yek, projeya kolandina xendeqên bi kûrahî û firehiya 4 metreyan û çêkirina bermayên axê yên bilind ji herêma Mecdel Şems heta sêgoşeya sînor li başûr di nava xwe de vedihewîne.

Rojnameya Yedioth Ahronoth a Îsraîlê eşkere kir ku ev proje ji bo astengkirin û derengxistina hewldana êrîşeke bejahî ji Sûriyê ye.

Ev projeya ku Îsraîl li Sûriyê ava dike, encama civîna 7'ê çileya 2026’an a li Parîsê bû.

Wê demê ev civîn di navbera Sûriyê û Îsraîlê de bi navbeynkariya Amerîkayê û bi amadebûna Tirkiyê pêk hat.

Di civînê de, aliyan li beramberî kêmkirina hebûna Kurdan li Sûriyê qebûl kirin ku Îsraîl li başûrê Sûriyê bimîne.

Lewma Îsraîlê her roj li hemû heremên başûrê Îsraîlê digere û serweriya xaka Sûriyê binpê dike.

Niha jî qada kontrola xwe li başûrê Sûriyê berfirehtir dike.

Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li vê tevgera Îsraîlê hemûyî temaşe dike.

Gelek caran rayedarên Hikûmeta Veguhêz li qadên navdewletî daxwaza vekişîna Îsraîlê ji xaka başûrê Sûriyê dikin.

Lê ev daxwazên wan hemû jî, ji aliyê Îsraîlê ve nayên pêkanîn û tenê ji bo pêkanîna armancên xwe dixebite.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye