Artêşa Sûriyê êrîşa dronan li ser baregeha leşkerî ya Tenefê têk bir

Desteya Operasyonan a Artêşa Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ragihand ku wan êrîşeke dronan ku ji axa Îraqê ve hatibû avêtin, têk bir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajansa Erebî ya Sûriyê SANA eşkere kir ku Artêşa Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê êrîşeke bêpîlot li ser baregeha leşkerî ya El-Tenefê li başûrê welêt têk bir.

Li gorî heman çavkaniyê ev êrîş ji nava axa Îraqê ve hatiye pêkanîn.

Di nîvê sibatê de, Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ragihand ku wan baregeha leşkerî ya "El-Tenef" ji hêzên Amerîkî wergirtiye û eşkere kir ku wan dest bi bichkirina hêzên xwe li ser sînorê Îraq-Urdunê li çola Tenefê kir. 

Ji destpêka şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de, Baregehên leşkerî yên li Rojhilata Navîn ku hêzên Amerîkî lê bi cih dibin, gelek caran tên êrîşkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye