Li Lubnanê pirsgirêk di navbera Hizbulah û Hikûmetê de derket

Rayedarên Hikûmetê û berpirsên Hizbulahê li dijî hev daxuyaniyan didin. Çekên Hizbulahê bûne sedema sereke ya vê pirsgirêka nû di nav vî welatî de, heya niha jî rêyên çareseriyê nehatine dîtin. Hikûmet israr dike ku divê çek bi tenê di destê dewletê de bin, Hizbulah jî dibêje ew dest ji çekên xwe bernade.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Neîm Qasim roja Înê got ku Hizbulah çekên xwe radest nake û ger pêwîst be wê şer bike.

Neîm Qasim gef xwar ku eger hikûmet ji daxwaza çekdanînê venegere, Lubnan wê bi tevilheviyê re, rû bi rû bimîne.

 

Hizbulah: Em çekên xwe radest nakin

 

Qasim tekez kir ku biryara hikûmetê ya di 5'ê tebaxê de, ya erkdarkirina artêşê bi pêşxistina planekê ji bo bêçekkirina Hizbullahê, dê rê li ber tunekirina tevgera leşkerî veke, ku ji aliyê Hizbulahê ve navê Berxwedana li hember îsraîlê li vê tevgerê tê kirin.

Her wiha Qasim da zanîn ku Hikûmet wê berpirsiyariya her teqîneke navxweyî û her wêrankirineke li Lubnanê bigire ser xwe.

Ev daxuyaniyên Sekreterê Giştî yê Hizbullahê piştî wê yekê tên ku hikûmeta Lubnanê artêş erkdar kir ku planekê ji bo kontrolkirina çekan pêş bixe da ku çek bi tenê di destê dewletê de bimîne.

Ev plan jî wê heta dawiya tebaxê were temamkirin.

 

Serokwezîrê Lubnanê daxuyaniyên Hizbulah red dike

 

Ji aliyê xwe ve jî, Serokwezîrê Lubnanê Newaf Selam daxuyaniyên Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Neîm Qasim red kirin.

Newaf Selam dest nîşan kir ku tu Lubnanî naxwaze vegere atmosfera şerê navxweyî û pabendbûna hikûmeta xwe ya ji bo pêkanîna plana kontrolkirina çekan dubare kir.

Selam tekez kir ku biryara şer û aştiyê di destê dewletê de ye, divê hemû çek di bin fermana dewletê de bin û biryara Lubnanê li Beyrûtê tê dayîn, ji aliyê Tehran û Washingtonê ve nayê ferzkirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24