Li Şamê civînek di navbera PYD û NY de hat lidarxistin

Şandeyek PYD`ê serdana Şamê kir û bi Geir Pedersen re civiya.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh li Şamê, civînek di navbera şandeyek ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Şandiyê Taybet ê NY’yê yê Sûriyeyê Geir Pedersen û Rêveberê Ofîsa Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan Ebdullezîz Ebdullezîz hat lidarxistin. 

Şandeya PYD’ê tekez kir ku divê zimanê nefret û kîndariyê neyê bikaranîn, ku di dema dawiyê de ji aliyê hin kes û saziyên girêdayî Şamê li dijî gelê Kurd û QSD’ê tê bikaranîn.

Endamên NY jî, dan xuya kirin ku ew gotinên nefretê red dikin, piştgiriyê didin hewldanên xurtkirina têkiliyan di navbera pêkhateyên Sûriyeyê û peymana 10’ê Adarê.

Tîma NY’yê diyar kir ku divê diyalogên navxweyî bidomin û Sûriyeya nû li ser bingeha edalet û wekheviyê were avakirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye