Pezeşkiyan: Dorpêça deryayî ya DYA'yê li dijî hiqûqa navneteweyî ye

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan bi daxuyaniyekê ragihand ku dorpêça Amerîkayê ya ku li ser Îranê dimeşîne, li dijî hiqûqa navneteweyî ye û got: “Ev hewldan 'mehkûmî têkçûnê' ye.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Pezeşkiyan, bal kişand ser daxuyaniyên têkildarî dewamkirina dorpêça DYA´yê ya bi mehan û ragihand ku gavên bi vî rengî wê rageşiya li herêmê mezintir bike.

Lîderê Îranê, got ku hewldanên dorpêça deryayî ne tenê wê têk biçe, lê di heman demê de wê ziyanê jî bide ewlehiya herêmî û li Kendavê bibe sedema nearamiya demdirêj.

Bi bandora gotûbêjên li ser dorpêçê, buhayê petrolê bilind bû.

Dorpêça deryayî ya DYA'yê ya li ser Îranê, bi taybetî ji ber ku bandorê li herikîna enerjiyê û bazirganiya li Kendava Besrayê dike, ji aliyê raya giştî ya navneteweyî ve ji nêz ve tê şopandin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye