Tevî peymana çarçoveyî ya ku Îsraîl û Libnanê îmze kirin, artêşa Îsraîlê êrîşên nû li ser Libnanê pêk anîn.
Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, artêşa Îsraîlê erîş li ser bajarokê Dêr Siriyan û herêma Nebetiyê pêk anî.
Ji aliyê xwe ve jî, berdevkê Artêşa Îsraîlê Afîxay Edru'î ragihand ku wan erîşên asmanî li ser herêma Nebetiyê ya baûşûrê Libnanê pêk anîn.
Li gorî daxuyaniya berdevkê artêşê, wan di van êrîşan de çekdarên Hizbullahê armanc kirine, her wiha platforma avêtina mûşekan a Hizbullahê jî armanc kirine.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê jî, eşkere kir ku kesek di encama êrîşên Îsraîlê de hat kuştin.
Di heman demê de, televizyona fermî ya Libnanî diyar kir ku droneke Îsraîlê êrîş li ser bajarokê Nebetiya Jorîn pêk anî û di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Her wiha artêşa Îsraîlê kuştina leşkerekî xwe di pevçûnên li Libnanê de eşkere kir.
Ev êrîş piştî peymana di navbera Îsraîl û Libnanê de ku li Washingtonê hat îmzekirin, pêk tê.
Awn: Em hêvî dikin Washington di misogerkirina peymanê de bibie alîkar
Di vê çarçoveyê de û li gorî medyayên Libnanî, serokomarê Libnanê Cozêf Ewn bi rêya peywendiyeke telefonî ev daxwaz ji serokê Amerîkayê Donald Trump kiriye:
“Em hêvî dikin ku Washington bibe alîkar ku pêşî li binpêkirinên peymana çarçoveyî ya bi Îsraîlê re bigire.”
Beriya van êrîşan, serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di daxuyaniya xwe ya yekem a piştî peymanê de, diyar kiribû ku artêşa Îsraîlê ji herêmên ewlehiyê venakişe, heta ku Hizbullah were bêçekkirin.
Ji aliyê xwe ve jî, Hizbullahê ev yek red kir û benda peymanê ya bêçekkerina Hizbullahê li hember vekişîna atêşa Îsraîlê, weke xêzeke sor bi nav kir.