Di aboriya cîhanê de, petrol xwedî roleke gelekî girîng e. Çimkî her tiştên ku li welatên cîhanê tên veguhastin, bi rêya petrolê ye. Lewma hebûn û nebûna petrolê jî bandora xwe li aboriyê dike.
Li Rojavayê Kurdistanê, berî hefteyekê, Wezareta Enerjiyê a Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bihayê sotemniyê bilind kir.
Li gorî wê:
benzîn bû bi dolarek û 10 sentan
mazot jî bû bi 88 sentên Amerîkî.
Hemwextî vê jî, dolarê Amerîkî nêzîkî
15 hezar lîreyên Sûriyê dikir
Vê bi xwe re krîzeke aborî li herêmê çêkir. Bihayên kelûpelên jiyanî jî li gorî bihayên nû yên sotemeniyê hatin bilindkirin. Her wiha Hesekê û Qamişlo bi giştî, ji ber nebûna sotemeniyê, 3 rojan bê kehrebe di nava tariyê de man. Lewma ji dema derxistina biryarê û heta niha ve, ev biryar rastî bertekên tund hat.
Xelkên herêma Cizîrê bi çalakiyên cuda rewşa debarê û bilindbûna bihayê sotmeniyê şermezar kirin. Xelk daxwaza çareseriyeke mayînde dikin, da ku jiyana wan baştir bibe. Piştî van nerazîbûnan, Hikûmeta Veguhêz bi biryareke din bihayê sotemeniyê diyar kir.
Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bihayên nû yên sotemeniyê diyar kirin
Li gorî lîsteya nû ya Wezareta Enerjiyê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê,
bihayê benzîna oktan a 95 ji sedî 20.39 daket û bû bi 130 lîreyên Sûrî yên nû.
Bihayê benzîna oktan a 90 ji sedî 19.97 daket û bûye bi 125 lîreyên Sûrî yên nû.
Her wiha mazot bi rêjeya ji sedî 14.37 daket û bû bi 170 lîreyên Sûrî yên nû.
Bihayê tûpa xazê jî ji sedî bi rêjeya 15.49 daket û bû bi 150 lîreyên Sûrî yên nû.
Berî derxistina vê biryarê, kirîn û firotina sotemenî û xazê bi dolar bû. Niha jî bi vê biryara nû re, kirîn û firtona sotmeeniyê dê bi lîreya Sûrî be. Hemwextî vê, dolarê Amerîkî daket û bû bi 13 hezar lîreyên Sûrî.
Hikûmeta Veguhêz qaşo vaye dolar kêm kir, da ku krîza aborî were çareserkirin. Lê berevajî vê, li beramberî dolarê ku hatiye kêmkirin, bihayê sotemeniyê wekî xwe maye.
Gelo kêmbûna bihayê dolar wê karibe krîza aborî çareser bike?
Ev biryara hikûmetê di wextekî tê ku pêwîstiya herêmê bi sotemeniyê heye, ji ber ku cotkar musimê xwe diçinin.