Li navçeya Beşîktaşê ya Stenbolê li pêşberî avahiya Balyozxaneya Îsraîlê dengê çekan hate bihîstin.
Gelek kom sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Di daxuyaniya Mudiriyeta Emniyetê ya Stenbolê de, hate gotin ku “3 kes hatine bêbandorkirin.”
Hate diyarkirin ku di bûyerê de 2 polîs jî birîndar bûne.
Wezîrê Dadê Akin Gurlek, ragihand ku ji bo buyerê alîkarê serdozger û du dozgerên giştî hatine erkdarkirin û lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Gurlek, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev daxuyanî da:
"Derbarê raporên dengê çekan li dora balyozxaneya Îsraîlê ya li navçeya Beşîktaşê ya Stenbolê de, Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê tavilê lêpirsîn da destpêkirin.
Cîgirê serdozger û du dozgerên giştî ji bo lêpirsînê hatine erkdarkirin; dozgerên me yên giştî tavilê çûn cihê bûyerê û dest bi lêpirsînên xwe kirin.
Ji bo ronîkirina hemû aliyên bûyerê, xebat di bin hevrêziya Serdozgeriya Giştî ya me de, digel yekîneyên peywendîdar ên sepandina qanûnê berdewam dike û lêpirsîn bi hûrgilî û berfirehî tê meşandin."