Balafira TSK’yê li Gurcîstanê ket xwarê: 20 leşker mirin

Balafireke leşkerî ya Tirkiyeyê ku ji Azerbaycanê ber bi Tirkiyeyê ve diçû, li nêzî sînorê Azerbaycan-Gurcistanê ket xwarê. Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê di qezayê de 20 leşkerên di balafirê de hemû jiyana xwe ji dest dane.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê şeva borî diyar kiribû ku balafireke wan a leşkerî ya kargoyê ya bi tîpa C130 li ser sînorê Gurcistan-Azerbeycanê ketiye xwarê.

Wezaretê vê sibehê ragihand ku her 20 leşkerên wan ên di balafirê de mirine û nasnameyên wan eşkere kir.

Daxuyanî bi rêya hesabê X'ê yê Wezaretê, bi navê Wezîrê Parastinê Yaşar Guler hat dayîn. Her wiha piraniya wan leşkeran payebilind in.

Ji aliyê din ve, civîna 17'mîn ya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku dihat payîn 13`ê Mijdarê roja Penşemê bê lidarxistin jî ji ber ketina balafıra leşkerî hate taloqkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye