Îranê dan û standinên bi DYA'yê re rawestandin

Piştî êrîşên Îsraîlê yên tund li ser Libnanê, Îran radigihîne ku êdî mayîna li ser maseya dan û standinan bi Waşingtonê re, bêwate ye. Medyayên Îranê eşkere dikin ku aliyên Îranî, dan û standinên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re rawestandine. Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, diyar dike ku wî heta niha jî bi fermî, bi rawestandina dan û standinan ji aliyê Tehranê ve ne bihîstiye.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Îranê dan û standinên bi DYA'yê re rawestandin

Di pêşketineke nû ya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Îranê de, Îranê eşkere kir ku wê dan û standinên bi Washingtonê re rawestandine.

Li gorî ajansa Mehr a Îranî, Tehranê heta niha jî, bersivek nedaye pêşniyara peymana dawî ya bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re, ku armanc dike dawî li aloziyên di navbera her du aliyan de bîne.

Rayedarên Tehranê jî diyar kirin ku êdî mayîna li ser maseya dan û standinan bê wate ye.

Tehranê ev yek bi domandina êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê û nekarîna Waşingtonê di astengkirina van êrîşan de, girêda.

Qaanî: Êrîşên li ser Libnanê wê bibin sedema şerekî berfireh li herêmê

Her wiha fermandarê Hêza Qudsê Îsmaîl Qaanî ku baskê destwerdana derve ya Supaya Pasdarên Îranê ye, bi daxuyaniyekê hişyarî da Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û got:

"Êrîşên Îsraîlê, yên li ser Libnanê ku bi piştgiriya Amerîkayê têne kirin, dikarin rê li ber çalakiyên hevbeş ên Îran û hevalbendên wê li herêmê vekin.

Berdewamiya êrîşên Îsraîlê, wê bibe sedema ku em çarçoveya zextên xwe li ser rêyên keştîvaniyê yên navneteweyî li Deryaya Sor û Kendava Erebî berfireh bikin"

Trump: Rawestandina dan û standinan nayê wateya ku wê şer dest pê bike

Der barê vê yekê de, Serokê Amerîkayê, daxuyaniyek da û diyar kir ku ew rawestandina dan û standinan asayî dibîne û got:

“Ev rewş nayê wê wateyê ku dê bombebaran dest pê bikin, lê dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê dê bidome.”
Trump: Rawestandina dan û standinan min dilgiran nake

Trump diyar kir ku wî hîn nûçeyên vekişîna Îranê ya ji maseyê ji kanalên fermî nebihîstiye û wiha lê zêde kir:

“Ev îhtîmal jî min dilgiran nake.

Eger wan hevdîtin rawestandibin, ev yek asayî ye.

Carinan bêdengmayîn û rawestan dikare encamên gelekî baştir bide.

Derketina Tehranê ya ji maseyê, ne nîşaneya operasyoneke leşkerî ye.”

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – Nuce 24