Di berdewamiya şerê Rûsya û Ûkraynayê de, Hêzên Rûsyayê êrîşeke berfireh a bi mûşek û dronan li ser herêmên Ûkraynayê pêk anî.
Hate ragihandin ku ev êrîş li ser bajarên mezin ên Ûkraynayê pêk hatiye, ku di nav de; Kîev, Dnipro û Xarkiv heye.
Hêza Hewayî ya Ûkraynayê ragihand ku ji duh ve û heta niha, Rûsyayê 73 mûşek û 656 dron avêtine nav axa Ûkraynayê.
Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, di van êrîşan de zêdetirî 10 kes hatine kuştin û nêzî 100 kesên din jî, birîndar bûne.
Rûsya: Me êrîşeke mezin li ser cihên leşkerî yên Ûkraynayê pêk anî
Ji aliyê Rûsyayê ve jî, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê, diyar kir ku wan "êrîşeke mezin" li ser cihên girêdayî kompleksa pîşesaziya leşkerî ya Ûkraynayê pêk aniye.
Di daxuyaniya Wezaretê de hate eşkerekirin ku artêşa Rûsyayê di van êrîşan de, cihên li Kîev, Zaporizhzhia, Kharkiv û Dnipropetrovskê û her wiha binesaziya enerjî û veguhastinê ya girêdayî artêşa Ûkraynayê li herêmên din, armanc girtiye.
Beriya niha jî, aliyên Ûkraynî dabûn xuyakirin ku artêşa Rûsyayê amadekariya êrîşên tund û berfireh li dijî Ûkraynayê dike.
Zelensky daxwaza alîkariyê ji Washingtonê kir
Piştî êrîşên Rûsyayê yên li ser Ûkraynayê Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky daxuyaniyek li ser medyaya civakî da û piştgiriyeke bêtir ji Washingtonê xwest û wiha da zanîn:
"Ji bo ku Ewropa dawî li vî şerî bîne, pêdivî bi sîstema xwe ya parastina mûşekên balîstîk heye.
Alîkariya Amerîkayê di dabînkirina mûşekan ji bo pergalên Patriotê de jî pir girîng e."