Hêzên Pakistanê gihiştin Erebistana Siûdiyê

Hêzeke leşkerî ya Pakistanî di çarçoveya peymana parastina hevbeş de, gihişt Erebistana Siûdiyê. Şandina vê hêzê jî, di demekê de tê ku welatên Kendavê di serî de Erebistana Siûdiyê rastî gelek êrîşên bi mûşek û dronan ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatibûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdiyê, roja şemiyê, ragihand ku hêzeke leşkerî ya Pakistanî gihîşte Baregeha Hewayî ya Qiral Ebdulezîz li Parêzgeha Rojhilat.

 

Ev hêzên Pakistanî di çarçoveya Peymana Parastina Stratejîk a Hevbeş a di navbera Pakistan û Erebistana Siûdiyê de hatine şandin.

 

Hêza Pakistanî ji balafirên şer û balafirên piştgiriya hewayî pêk tên, bi armanca zêdekirina hevrêziya leşkerî ya hevbeş û bilindkirina asta amadebûna operasyonel di navbera hêzên çekdar ên herdu welatan de.

 

Riyad û Îslamabadê peymaneke stratejîk bi hev re îmze kirine

 

Riyad û Îslamabadê bi peymaneke stratejîk ku ji hêla Prensê Tac ê Siûdî Mihemed bin Selman û Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf ve di 17`ê îlona 2025`an de li Riyadê hatiye îmzekirin, hevkariya xwe ya parastinê berfireh kirin.

 

Ev peyman, dest nîşan dike ku her êrîşeke çekdarî ya derveyî li ser her welatekî, dê wekî êrîşek li ser herdu welatan were hesibandin e.

 

Li gor peymanê dê herdu welat hevdu biparêzin

 

Li gorî agahiyên fermî, ev peyman serdemeke nû di hevkariya parastinê de nîşan dide ku li ser bingeha prensîba berjewendiyên ewlehiyê yên hevpar di navbera her du aliyan de ye.

 

Li gorî daxuyaniyek hevbeş, armanc ew e ku peyman aliyên hevkariya parastinê pêş bixe.

 

Wezîrê Parastinê yê Erebistana Siûdî Xalid bin Selman, di postekê de ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ya X`ê belav kir û li ser peymana hevkariyê şîrove kir û got:

 

"Erebistana Siûdî û Pakistan wê mil bi mil li dijî êrîşkaran rawestin."

 

Erebistana Siûdiyê hewl dide ku di aliyê ewlehî û parastinê de û bi taybetî li herêma Kendavê sûdê ji pisporiya leşkerî ya Pakistanê bibîne.

Pakistan jî dixwaze piştgiriya darayî bi dest bixe û pêdiviyên xwe yên enerjiyê bi hêsanî peyda bike.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye