Îsraîlê êrîşî Libnanê kir 6 kes hatin kuştin

Şerê di navbera Îsraîl û Hizbulahê de berdewam e û herî dawî Îsraîlê pêleke din a êrîşên asmanî li başûrê Libnanê pêk anîn, 6 kes hatin kuştin. Netanyahu jî ji bo destpêkirina dan û standinên bi Libnanê re 2 merc danîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh Îsraîlê êrîşeke asmanî bir ser bajarokê Qana yê li başûrê Libnanê û di encamê de 6 kes hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.

Êrîşên Îsraîlê li ser gelek bajarokên başûrê Libnanê berdewam dikin, nexasim li başûrê bajarê Sûr û derdora bajarê Xeyam, her wiha li ser bajarê Bint El Celîl.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan platformeke mûşekan a li herêma Coba li başûrê Libnanê rûxand.

 

Netanyahu: Min ji bo destpêkirina dan û standinan 2 merc danîne

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku wî qebûl kiriye dan û standinan bi Libnanê re bên kirin, lê wî ji bo vê yekê 2 merc danîne.

Netanyahu got:

"Em dixwazin çekên Hizbulahê ji dest wan derxin, her wiha em aştiyeke rasteqîn a demdirêj ku bi salan bidome, dixwazin."

Îna borî Serokatiya Libnanê ragihand ku dê hefteya bê ligel Îsraîlê bicivin da rawestandina şer di navbera Îsraîl û Hizbulahê de gengeşe bikin.

Di navbera Hizbulah û Îsraîlê de ji 2`ê adara borî ve dîsa şer derketiye, ew jî piştî kuştina Rêberê Bilind ê Şoreşa Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî ku weke bertek Hizbulahê bi mûşekan êrîşî Îsraîlê kir.

"Li Libnanê 2 hezar kes di vî şerî de hatine kuştin"

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, ji dema destpêka vî şerî ve û heta niha bêhtirî 2 hezar kes li Libnanê hatine kuştin, di nav wan de 248 jin, 165 zarok û 85 karmendên bijîşkî û hawarî hene.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye