Berdevkê Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî General Tirkî El-Malikî, ragihand ku hêzên wan 9 dronên ku ketine qada wan a hewayî xistine xwarê.
Erebistana Siûdî, tekez kir ku ew ê hemû tedbîrên pêwîst bigirin da ku ewlehî û axa xwe li hemberî êrîşên Îranê biparêze.
Wezareta Karên Hundir a Erebistana Siûdî, piştrast kir ku li gorî alozyên dawî yên li herêmê diqewimin, rewşa ewlehiyê aram e û jiyana rojane bi awayekî normal berdewam dike.
Êrîşek bi muşekan li dijî navenda CIA`ê ya li Erebistana Siûdî pêk hat
Li gel van daxuyaniyan êrîşên Îranê jî berdewam dikin. Herî dawî Îranê li Erebîstana Siûdî baregeheke CIA'yê bi muşekan kiriye armanc.
CIA`yê li ser vê mijarê tidaxuyanî nedane.
Balyozxaneya ku li paytexta Erebistana Siûdî, Riyadê ye, di nav cihên Amerîkî de ye ku heta niha di vê pevçûnê de rastî êrîşê hatiye.
Wezareta Parastinê ya Siûdî da xuyakirin ku balyozxane bi du dronan hatiye armanckirin.
Di encamê de şewateke piçûk çêbûye û hin zirarên madî çêbûne.
Balyozxaneya Amerîkî ya li Siûdiyê, Amerîkiyan hişyar dike ku heta agahdariyeke din ji balyozxaneyê dûr bisekinin.
Duh, hevdîtinên rûtîn û awarte yên ji bo peydakirina xizmetguzariyê ji welatiyên Amerîkî re hatin betalkirin.