WFP'ê, teqezî li ser pêdiviya xwe bi fînansmaneke lezgîn kir da ku pêşkêşkirina alîkariyê ji bo Sûriyê, berdewam bike.
Bernameyê diyar kir ku kêmbûna fînansmanê gefê li hewildanên jinûveavakirina civakan, başkirina rewşa jiyanî û destekdayîna pêşveçûna aborî dixwe.
Li gorî WFP'ê, wan ji destpêka sala 2025`an ve û heta niha, alîkarî gihandine derdora 6.8 milyon kesî.
Bernameya Xwarinê teqez kir ku hewcedariya wê ya lezgîn bi 205 milyon dolar heta dawiya Gulana 2026`an heye, da dewamkirina karê xwe li Sûriyê garantî bike.