Ev 702 rojin ku Şerê Xezeyê berdewam dike, bi deh hezaran kes hatin kuştin û bi milyonan jî, penaber bûne.
Duh, Balafirên şer ên Îsraîlê bi hezaran belavok li ser rojavayê bajarê Xezeyê avêtin û ji şêniyan xwestin ku ji bajêr derkevin.
Nexweşxaneyên Xezeyê ragihand ku duh, Îsraîl stargeh û malên kesên bêwar hedef girtin, di encamê de,15 kesên ku di nav de zarok jî hene, hatin kuştin. Her wiha pênc kes jî, ji ber birçîbûnê mirin.
Berevaniya Sivîl a Xezayê jî, ragihand ku 46 kes roja Şemiyê bi guleyên Îsraîlê hatine kuştin, ku hejmareke mezin ji wan li taxa Şêx Ridwan a bajarê Xezayê bûn.
Di heman demê de, Lîwayên El-Quds ragihand ku wan bi du roketan wargeha Netivot hedef girtiye.
Hemas ji bo agirbestê amade ye
Misir, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Qeter, niha hewlên hevbeş didin da ku pêşniyareke agirbestê ya nû pêşkêş bikin û hemû girtiyan di cih de serbest bikin.
Hemas jî, pabendbûna xwe ya ji bo pejirandina pêşniyara navbeynkaran nû kir û vekirîbûna xwe ji bo her ramanek ku wê agirbestek mayînde pêk bîne piştrast kir, lê belê, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu tekez kir ku ew ê li peymanek ku şertên wî yên ji bo vegerandina girtiyan û radestkirina çekên Hamasê pêk nayne, qebûl neke.
Rayederekî leşkerî yê Îsraîlî, eşkere kir ku artêş wê hefteya bê operasyonên xwe yên li bajarê Xezzeyê zêde bike û ev operasyon wê li ser zêdekirina pirbûna êrîşên hewayî bisekinin.
Li Şerîaya Rojava ya dagirkirî, du Filistînî, li gundê Şuyukh, li bakurê rojhilatê Hebronê, rastî êrîşekî bi guleyên niştecihan li Xellet el-Eîs hatin û di encamê de, her du birîndar bûn.
Di heman demê de, hêzên Îsraîlê êrîşî Ramallah û du kampên penaberan li Nablusê kirin.
Şêniyên Îsraîlê derketin xwepêşandanan
Roja Înê ya borî, girtiyên serbestberdayî û malbatên wan li tel Avîv, eyfa, efar Seba li gelek xaçerêyên otobanê li seranserê welêt. Li Ness Zionae deketin xwepêşandanan û daxwaz kirin ku hikûmet vegere ser maseya danûstandinan bi Hamasê re.
Xwepêşandaran dan zanîn ku berdewamiya şer wê xeteriyeke mezin li ser dîlgirtiyan çêbike, lewma wan bang li serokê Amerîkayê kir ku vê şerî bisekinîne.