Li Îzmîrê agir bi kargeheke pîşesaziyê ket

Li bajarê Îzmîrê yê girêdayî Tirkiyê, di encama şewetekê de,8 kargeh û 3 wesayît şewetîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li navçeya Kemalpaşayê ya Îzmîrê di kargeheke firotina petrola kîmyewî de, agir derket. Her wiha agir zû belav bû û gihîşt dikanên cîranan.

Li ser agahdariyan tîmên tenduristiyê, agirkujiyê û jendermeyan yekser berê xwe dan cihê bûyarê.

Tîmên agirkujiyê piştî agir vemirandin eşkere kirin ku 8 kargeh û 3 wesayît şewetîn û êdî nema were bikaranîn.

Lêkolîn û lêpirsîn ji aliyên tîmên jendermeyan ve hîn jî berdewame, lê heya niha jî sedama derketina şewetê nehatiye zanîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye