Çavdêriya Kesk: Ava Îraqê heta ji bo şuştina cilan jî ne guncaw e

Çavdêriya Îraqê ya Kesk hişyariyeke mezin dide û dibêje ku ava Îraqê ya niha bi ti awayî ji bo bikaranînê ne baş e, ne ji bo vexwarinê, ne ji bo şuştina firaqan û ne jî ji bo şuştina cilan.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li gorî daxuyaniyê, sedema vê jî ew e, ku rojane 5 milyon metrekup ji ava kanalîzasyonê rasterast û bêyî ku were paqijkirin, li nav çem û çavkaniyên avê tê rijandin.

Daxuyaniyê diyar kir ku ava kanalîzasyonê tije madeyên pir jehrîn e û got:

"Mixabin welatî vê ava qirêj ji bo vexwarinê, karên malê, avdana zeviyan û xwedîkirina masiyan bi kar tînin.

Ev ava qirêj dibe sedema zêdebûna nexweşiyên giran di nav welatiyan de."

Çavdêriyê rexne li berpirsiyarên vê karesata jîngehî kirin û got ku wan tenduristiya gel paşguh kiriye.

Çavdêriya Kesk bang li hikûmet û rayedaran kir ku berpirsiyariya vê karesatê bigirin ser xwe û got ku ava kanalîzasyonê berî ku were rijandin nav çeman, divê were paqijkirin û parzûnkirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – Nuce 24