Li derdora gundê Til Hemamê yê rojavayê bajarê Til Temirê mayîn bi zarokan teqiya.
5 zarok dema li ber pez bûn mayîn bi wan de teqiyan û birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneya Xabûrê ya Til Temirê û destwerdana lezgîn dîtin.
Zarokên bi navê Îbrahîm Ebducasim (17) û Muhened Xelef Ilêwî (12) ji ber birîna wan a giran veguhestin nexweşxaneyên bajarê Hesekê.
Zarokên bi navên Ebdurehman Mehmûd (14) ji lingê xwe yê rastê, Ûsama Hesen Seqir (13) ji çoga xwe ya rastê û zikê xwe, her wiha Leys Eseed Şihaze (10) jî ji lingê xwe yê rastê birîndar bûne.
"Li Sûriyê ji ber mayinan 2 hezar û 442 kes hatin kuştin û birîndarkirin"
Rêxistineke paqijkirina mayînan bi navê Halo Trust ragihand ku ji dema rûxîna desthilata Beesê heta Tebaxa 2026`an, li Sûriyê 2 hezar û 442 kes ji ber mayîn, teqemeniyên neteqiyayî hatine kuştin an birîndar bûne.
Li gorî rêxistinê, li gund, bajarok û zeviyên çandiniyê hîn jî teqemeniyên metirsîdar hene.
Ev rewş bi taybetî metirsîdar e, ji ber ku hejmareke mezin a welatiyên Sûriyê piştî nemana desthilata Esed vedigerin malên xwe.
Rêxistina Halo Trustê da zanîn ku tîmên wan li Sûriyê ji bo rakirina van paşmayiyan dixebitin.
Di heman demê de, tîmên navneteweyî yên pispor dest bi perwerdekirina karmendên Sûriyê û piştgiriya operasyonên rakirina mayînan kir.
Rêxistinê hişyarî da ku xetera paşmayên şer bi rawestandina şer bi dawî nabe.
Mayîn û teqemeniyên neteqiyayî dikarin bi dehsalan bimînin û ji bo sivîlan, zarokan, cotkaran û kesên ku vedigerin malên xwe dibin metirsiyeke mezin.