Amadekariyên ji bo qanûna çarçove û dîplomasiya Enqerê bi Îraqê re di rojev de ne

Her çiqas amadekariyên ji bo madeya 10-11 a "Qanûna Çarçove", ku tê gotin bingeha yasayî ji bo danîna çekan ji aliyê PKKê ve û hilweşandina wê di çarçoveya pêvajoya "Tirkiyeya Bê Teror" de diafirîne, di rojeva Enqerê de bimînin jî, nezelalî der barê ka gelo qanûn dê berî betlaneya Meclisa Mezin a Neteweyî were pêşkêşkirin an na, berdewam dike.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Der barê pêvajoyê de li Tirkiyê amadekariyên ji bo derxistina qanûna çarçove tên kirin.

Di rojevê de qanûna çarçove heye ku bingeha yasayî ya ji bo pêvajoyê diafrîne, tê gotin ji 10-11 xalan pêk tê.

Hinek alî, dibêjin ku di navbera Abdullah Ocalan û rayedarên dewletê de li ser amadekirina qanûnekê xebat berdewam dikin.

Tê gotin ku Rêberê Damezrîner ê PKKê pêşnûmeyek ji heft xalan pêşkêşî dewletê kiriye.

Lêbelê, tê gotin heya niha rayedarên dewletê hîn bersiv nedane vê pêşnûmeyê.

Her çend serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û rayedarên AKPê dibêjin ku pêşnûmeyeke qanûnê dê were amadekirin jî, ew hîn nehatiye rojeva Meclîsê.

Ji aliyê rayedarên AKP û hevalbendên desthilatê ve tê gotin wê pêşnûme qanûn, piştî lutkeya bilind a NATOyê were parlementoya Tirkiyê.

Lutkeya bilind a NATOyê dê di 7-8 Tîrmehê de li paytexta Tirkiyê, Enqerê were lidarxistin.

Wisa xuya dike ku li ser pêşnûmeya qanûnê lihevkirineke tevahî nehatiye kirin.

Serokê MÎT'ê serdana Bexdayê kir

Her çend pêvajo wekî nazik tê hesibandin, nemaze ji ber pêşketinên dawî yên li Rojhilata Navîn, lê di nav derdorên siyasî yên Kurd de jî fikarên li ser derengketin û pêşketinên herêmî yên ku dikarin bandoreke neyînî li ser pêvajoyê bikin têne diyarkirin.

Tam di vê atmosferê de bû ku serdana ji nişka ve ya serokê Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyê (MÎT), Îbrahîm Kalin, bo Bexdayê bal kişand.

Kalin bi serokkomar û serokê dadgeha bilind re civiya

Kalin di serdana xwe ya Bexdayê de bi Serokkomarê Îraqê Nizar Amêdî re civiya .

Serokê Saziya Îstixbarata Neteweyî ya Îraqê Hemîd el-Şetrî jî beşdarî civînê bû.

Li gorî daxuyaniya Serokkomariya Îraqê, di hevdîtinê de li ser geşedanên herêmî û navneteweyî û her wiha di warên ewlehî û îstîxbaratê de pêşxistina hevkariya di navbera Îraq û Tirkiyê de axivîne.

Serokê MITê her wiha pabendbûna Tirkiyê ya ji bo domandina hevrêzî û di hemû waran de bi Îraqê re hevkarî dubare kir.

Serokê MIT`ê xwesteka pêşxistina hevkariyê di navbera saziyên peywendîdar ên her du welatan de anî ziman.

Parvekirina agahiyan di navbera Enqere û Bexdayê de hat nîqaşkirin

Têkiliyên Serokê MITê Kalin li Bexdayê bi vê yekê sînordar nebûn.

Kalin her wiha bi Serokê Konseya Bilind a Dadweriya Îraqê, Dadwer Faîk Zêdan re ji bo mijarên ewlehiyê civiya.

Li gorî medyaya dewletê ya Îraqê, di civînê de "têkoşîna li dijî rêxistinên terorîst ên ku ewlehiya herêmê tehdît dikin, parvekirina agahiyan di vê qadê de û mekanîzmayên hevrêziyê yên di navbera her du welatan de" hatin nîqaşkirin.

Enqere Û Bexda xwe ji bo qonaxeke nû amade dikin

Her çend di daxuyaniyên fermî de ti daxuyaniyeke rasterast li ser pêvajoya aştiyê tune be jî, dema serdanê balkêş e.

Ji ber ku beşeke girîng ji amadekariyên ji bo meşandina pêvojayê Herêma Başûrê Kurdistanê eleqedar dike, tê îdiakirin ku têkiliyên Kalin li Bexdayê dibe ku armanc bikin ku binesaziya ewlehiyê ya vê pêvajoyê hevrêz bikin.

Her çend hîn piştrastkirineke fermî ji rayedaran nehatiye kirin jî, tê payîn ku di rojên pêş de têkiliyên dîplomatîk ên li ser bingeha ewlehiyê di navbera Enqere, Bexda û Hewlêrê de zêde bibin.

Hevdîtinên dîplomatîk zêde dibin

Beriya serdana Serokê MÎT`ê li Bexdayê, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî serdana Bexdayê kiribû.

Piştî serdana Eraqçî, vê carê Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên serdana Şamê kir. 

Herî dawî jî Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyê derbasî Şamê bûbû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye