Li Îranê bêhtirî hezar û 600 kes mirin li Îsraîlê jî bêhtirî 6500 kes birîndar bûn

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê, ragihand ku ji dema şerê li dijî Îranê û vir ve 6.594 kes birîndar bûne. Her wiha ajansa Hrana’yê jî, diyar kir ku ji destpêka şer û vir ve li Îranê 1.600 kes bûne qurbanî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji destpêka şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de di 28ê sibatê de, li van welatan gelek qurbanî û birîndar çêbû ne.

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê, da xuyakirin ku ji dema operasyona li dijî Îranê, 6 hezar û 594 kesên birîndar veguhestine nexweşxaneyan.

 

Ji sibeha înî û vir ve 125 birîndar li nexweşxaneyan tên dermankirin

 

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Jewish News Syndicate ve hatiye weşandin, ji sibeha înê û vir ve 125 birîndar li nexweşxaneyan tên dermankirin.

Hate diyarkirin ku rewşa 2 birîndaran krîtîk e, 14 jî bi giranî birîndar bûne û 24 di asta navîn de ne û 79 jî sivik birîndar in.

Her wiha Wezaretê diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de 148 birîndar rakirine nexweşxaneyan.

 

Hrana: Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di nava 24 saetan de 275 êrîş pêk hatin

 

Li aliyekî din jî ajansa nûçeyan a mafên mirovan (Hrana), ragihand ku di nava 24 saetên dawî de li 16 bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 275 êrîş pêk hatine.

Ajansa Nûçeyan a Hrana ragihand ku di êrîşan de 22 baregehên leşkerî, navendên Muhafizên Şoreşê, baregehên Besîc, balafirgehên leşkerî, navenda polîsan, bîrên petrolê û tesîsên enerjiyê yên nukleerî hatine hedef girtin.

Li gorî daneyên ne fermî yên ji hêla ajansa Hrana’yê ve hatine weşandin, ji destpêka şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ve di encama êrîşên li ser Îranê û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de 1.606 kes bûne qurbanî ku di nava wan de 244 zarok in.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye