Xwepêşandanên li Îranê di roja 17'emîn de berdewam dike

Di roja 17'emîn a xwepêşandanên li Îranê de herî kêm 505 xwepêşander hatine qetilkirin û zêdetirî 10 hezar kes hatine binçavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Xwepêşandanên ku di 28'ê Kanûna 2025'an de dest pê kirin û li 31 bajar, 186 navçe û 585 bajarokên Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav bûne, di roja 17'emîn de berdewam dikin. Tevî tundiya dewleta Îranê ya li dijî xwepêşanderan jî, gel kolanan terk nakin.

Li gorî daneyên ku ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan HRANA'yê ve hatine parvekirin, di 17 rojên xwepêşandanan de 505 xwepêşander hatine qetilkirin ku 9 ji wan di bin 18 saliyê re ne û 10 hezar û 721 kes jî hatine binçavkirin.

Ji kesên hatine binçavkirin, 167 zarok û 48 xwendekarên zanîngehê ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye