Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz, li bajarê Bangalore ya Hindistanê ku hevdîtin pêk tîne ji televîzyona Elmanî re axivî û got, “Ger rejîmek desthilatdariya xwe tenê bi tundiyê didomîne, ew rejîm bi rengekî fiêlî têk çûye. Tiştê ku em dibînin rejîm roj ango hefteyên xwe yên dawî dijî.”
Serokwezîr Merz, destnîşan kir ku desthilata Îranê ji bo gel ne xwedî rewatiyek demokratîk e.
Merz, hêviya xwe ji bo çareseriyeke aştiyane anî ziman û diyar kir ku Elmanya, ji bo hêsankirina veguherîneke demokratîk li Îranê bi DYA û hikûmetên Ewropayê re di nava têkiliyê de ye.
Merz, bal kişand ser zêdebûna tundiya hêzên ewlehiyê yên Îranê û got ku polîs û ‘qaşo Muhafizên Şoreşê’ her ku diçe li hember gelê xwe tundiyê dijwartir dike. Merz got, “Banga me ji rejîma Molla re zelal e; demildest dawî li vê tundiyê bînin.”