Rêveberê Giştî yê Desteya Gumrika Îraqê Samir Qasim Taî, ji medyayên Îraqî re eşkere kir ku dahata gumrikê li Îraqê gihîştiye asta xwe ya herî bilind, bi vî rengî di heft mehên îsal de dahata gumrikê du trîlyon û 500 milyar dînar bûye.
Her wiha da zanîn ku tenê di meha tîrmeha borî de dahata gumrikê gihîştiye 560 milyar dînarî, ku bi rêjeya %150 zêde bûye.
Samir Qasim Taî pêşbînî kir ku heta dawiya îsal ev dahat wê bigihîje zêdetirî 3.5 trîlyon dînarî, ku ev yek di dîroka avakirina dewleta Îraqê de heta niha asta herî bilind a dahatê ye.
Navborî got jî ku zêdebûna vê dahatê piştî sepandina pergala elektronîkî û girêdana hemû navendên gumrikê bi navendê re pêk hatiye.