Dadgeha Lêpirsînê ya Kerxê ragihand ku lêpirsîna 5 hezar û 704 gûmanbarên DAIŞ’ê ku di meha sibatê de dest pê kiribû, bidawî bûye.
Li gorî daxuyaniyek ji Encûmena Bilind a Dadwerî, tawanbar ji 67 netewên cûda ne; di nav wan de 3 hezar û 497 Sûriyeyî, 474 Îraqî, welatiyên 19 welatên Ewropî, 16 welatên Erebî û 32 welatên din hene.
Lêpirsînê çend serçeteyên xeternak ên DAIŞ’ê di astên leşkerî, ewlehî û medyayê de destnîşan kirine, di nav wan de şeş gûmanbarên sereke hene ku rasterast beşdarî sûcên revandin, veguhastin, firotin û kolekirina jinên Êzidî bûne.
Di heman demê de, du girtiyên Fînlandî û Amerîkî û heft Îraqî ji ber tu tişt li ser wan nehatiye tesbîtkirin, hatine berdan.
Her wiha prosedur di qonaxên dawî de ne ji bo berdan û radestkirina 457 girtiyên Sûriyeyî bi rêyên dîplomatîk bo welatê wan.
Encûmena Dadwerî ya Bilind ya Îraqê tekez kir ku hemû maf û garantiyên yasayî ji bo tawanbaran hatine dabînkirin; di nav wan de tayînkirina parêzeran, kirina venêrînên tenduristî, destûrdayîna serdana Xaça Sor a Navnetewî û nûnerên dîplomatîk ji bo girtiyan hene.